Cîhan
WSJ: DYAê li dijî Girava Qeşm a Îranê êriş pêk anîn
PeyamaKurd - Li gorî nûçeya rojnameya Amerîkî ya The Wall Street Journal (WSJ), artêşa DYAê li dijî Girava Qeşm a Îranê êriş pêk anîne.
Hin berpirsên Amerîkî diyar kirine ku ev operasyonên sînorkirî û parastinê ne û armanca wan ew e ku şiyana Îranê ya tehdîtkirina çun û hatina keştiyên bazirganî yên li Tengava Hurmuzê bê sînorkirin, di heman demê de çapemeniya Îranî ragihandiye ku li herêmên wekî Qeşm û bajarê qeraxî yê Bender Lenge dengê teqînan hatiye bihîstin.
Rayedarên Îranê heta niha derbarê sedema rast a teqînan de daxuyaniyeke fermî nedane.