Xamaney: Dijminên Îranê û fitnekar pistevaniyê dikin
PeyamaKurd – Rêberê Olî yê rejî Îranê Alî Xamaney li ser protesto û aloziyên li seranserê Îranê ku piştî zêdekirina bihayê sotemeniyê gur bûn, daxuyanî da.
Li gorî ajansa Mehr a Îranî Xamaney ji rayedarên Îranê xwestiye ji bo daxwazên hemwelatiyan bicih werînin hemû derfetên xwe bikar bînin û gotiye, “Ez ne pisporê vî karî me, divê biryarên ku erkên darazê, qanûndananê û rêveberiyê dane werin bicihanîn.”
Xamaney herwiha ji bo xwepêşanderan jî got, “Agirberdana mal û milkê dewletê ne karê hemwelatiyan e, karê fitnekaran e. Dijminên Îranê piştgiriyê didin vê rageşî û aloziyê û niha pê re mijul in.”
Protestoyên dijî rejîma Îranê paytext Tehran jî di nav de, li bajarên Ahwaz, Huremşehr, Bircend, Meşhed, Sircan, Geçsaran, Bender Abbas, Esfahan, Şîraz, Tebriz û Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin.