Xelatgirên Nobelê: Bila dawî li tecrîda Ocalan were
PeyamaKurd – 50 Xelatgirên Nobelê ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavokek belav kirin. Îmzekaran di belavokê de bang li hikûmeta Tirkiyê û civaka navdewletî kirin û xwestin tecrîd û girêvên birçîbûnê bi dawî bibin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) aşkere kiriye ku, Desmond Tutu, Oscar Arias, J. M. Coetze û Mario Vargas Llosa, Adolfo Pérez Esquivel, Betty Williams, F. W. De Klerk, Jody Williams, José Ramos-Horta, Leymah Roberta Gbowee û Mairead Corrigan Maguire, jî di nav de 50 xelatgirên Xelata Nobelê ji bo tecrîda li ser Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bi dawî bibe belavokek belav kirin.
Nobel Ödülü sahiplerinden hükümete çağrı: Öcalan'a yönelik tecride son verin https://t.co/uRcC7mOJeQ
Di bin belavokê de navê 50 kesan heye ku di warê aştiya cîhanê, fizîk, kîmya, aborî, bijîşkî û wêjeyê de Xelata Nobelê wergirtine.
Xelatgirên Nobelê bal kişandiye ser tecrîda li dijî Serokê PKKê û grevên birçîbûnê.
‘EM PIŞTGIRIYA WAN DIKIN’
“Em wekî xelatgirên Xelata Nobelê, ên ji qada cîhanê ji beşên cuda cuda yên zanistê, bang li Hikûmeta Tirkiyeyê û civaka navdewletî dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tavilê bikevin nava liv û tevgerê.
Em hêvî dikin û di heman demê de jî parlamentera kurd Leyla Guven û parlamenterên din ên kurdan ên li Amedê jî di nav de piştgiriya xwe ji bo bi sedan çalakvanê greva birçîbûnê aşkere dikin. Em piştgiriya xwe li wê bangewaziya navdewletî zêde dikin ku ji bo tecrîda li ser Ocalan û hemû dîlgirtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi dawî bibe.”
Parlamentera HDPyê ya Colemêrgê Leyla Guven 170 roj e bi daxwaza ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Ji bilî Guven li 50 girtîgehên cuda cuda bi hezaran kes jî bi heman armancê di çalakiya girêva birçîbûnê de ne û heta niha 7 girtî bi heman armancê dawî li jiyana xwe anîne.