Cîhan
Xelîl El Hayya li şûna Yehya Sînwar bû Serokê Hemasê
PeyamaKurd - Tevgera Hemasê ragihand ku Xelîl El Hayya yê ku danûstankarê hevdîtinên agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de birêve dibe, li şûna Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Yehya Sînwar ku ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin, hatiye erkdarkirin.
Hemasê li ser hesabê xwe yê Telegramê ragihand: “Tevgera Berxwedana Îslamî Hemas li şûna Fermandar Yehya Sînwar birayê wî Xelîl El Hayya ji bo erka serokê buroya siyasî ya tevgerê hatiye hilbijartiye.”
Xelîl El Hayya wê di Koseya Serokatiya 5 kesî ku Mihemed Darwiş Serokatiya Konseya Şureya Giştî dike de cih bigire.
Hêjayî bibîrxistinê ye Sînwar li şûna serokê berê Îsamîl Haniye ku li Tehranê ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin, hatibû erkdarkirin.