Cîhan
Xelkê Îngîlterê destekê da xwepesandanên li Amerîkayê
PeyamaKurd- Xelkê Brîtanyayê daketin kuçe û kolanan û destekê dan xwepêşandanên bo protestokirina kuştina George Floyd ya li Amerîkayê. Texmînî li dora 15 hezar kes meşiyan.
Polîs li ber xwepêşandêran çok danî erdê û xwepêşandêr jî li çepikan dan. Ev tê vateya ku polîs destekê dide xwepêşandêran. Helîkopterên polîsan li hewayê nizm firiyan. Paşî bi sedemaka nediyar di navbera polîs û xwepêşandêran de şer derket. Bi îhtîmaleka mezin wê ev provakasyon be.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ragihand ku ew bi sedema kuştina George Floyd gelek xemgînin û ew bi xwe şînî ne. Dema xwepêşandêr dimeşiyan, xelk derdiket balkonên malen xwe û destekê didan wan.