Cîhan
Xelkê Kievê li dijî Rûsyayê rabû ser piya
PeyamaKurd- Piştî ku Rûsya li keştiyên şer yên Ûkraynayê xistin û dest danîn se hinek keştiyan, li payîtexta Ûkraynayê, li Kievê li dijî Rûsyayê xwepêşandan destpêkirin. Erebeyeka balyozxaneya Rûsyayê şewitandin.
Xwepêşandêr li ber balyozxaneya Rûsyayê civiyan û Moskovayê protesto kirin. Hinek xwepêşandêr molotof kokteyl bikaranîn. Li ber balyozxaneyên Rûsya yên li bajarê Livîv û Harkivê lastîk hatin şewitandin û xwepêşandan kirin.