TR KU SO
FB X
Cîhan

Xetta Kesk ji bo çûnûhatinê hat girtin

Admin M
Nivîskar
📅 07 mijdar 2021 01:00

PeyamaKurd – Li Iraqê li Bexdayê Xetta Kesk ew devere ku mîsyonên biyanî û sefaretên dewletan lê dimînin. Bi rojaye ku terefên ji encama hilbijartinan nerazîne ku bi taybetî terefdarên Îranê ne û bi gotina Îranê radibin û rûdinên, li ber Xetta Kesk xwepêşandanan dikin û êrîşê hêzên asayîşê yên Iraqê dikin. Ji ber germbûna bûyeran îro Xetta Kesk ji bo çûnûhatinê hat girtin.

Li gor ragihandina medya Iraqê; grûba Asaîb Ehl el Heq ku di nav Haşdî Şabî de ciyê xwe digre, bi sedema ku terefdarên xwe dişîne ser Xetta Kesk û planên êrîşan dike, Xeta Kesk hat girtin.

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî jî ji bo Bexdayê biparêzin ferman daye ku hêzeka hevpar bê avakirin.

Di encama hilbijartina 10 ê cotmehê de grûba Koalîsyona Fetîh ya ku nêzî Îranê ye 14 kursiyan bidest xistiye û grûbên Şîa îtîraza encama hilbijartinan dike. Grûba Koalîsyona Fetîh, hinek mîlîsên Şî’a û destekvanên wê bi rojaye li ber Xetta Kesk xwepêşandan dikin.

Parve bike: