TR KU SO
FB X
Cîhan

Xosnaw: Wê metirsiyên lehiyê kêm bibin, lê em garantiyê nadin ku lehî çênebin

Admin L
Nivîskar
📅 30 îlon 2023 17:57

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê diyar dike, bi cîbicîkirina tedbîran, wê metirsiyên lehiyê kêm bibin, lê em garantiyê nadin ku lehî çênebin.

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw di konferansek rojnamevanî de da zanîn, em nikarin garantiyê bidin ku lehî çênebin, ji ber ku li her welatekî ew garantî nayê dayîn, lê bi cîbicîkirina tedbîran, metirsiyên lehiyan dê kêm bibin.

Herwiha got: “Di çend salên borî de gelek kêşeyên me hebûn, wek guhertina keşûhewayê û kêşeya avê li Hewlêrê di havînê de. Ji bo ku metirsiya lehiyan kêm bibin, ji payîzê heta biharê amadekarî bi berdewam tên kirin.

Di berdewamiyê de eşkere kir: Sala 2023an ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê, salek dijwar bû di warê wergirtina bûdce û mûçeyên karmendan, herwiha ji bo bûdceya pirojeyan jî.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, pilanên stratîjîk ên heyî di kêmkirina metirsiyên lehiyan, avên jêrzemînî û dabînkirina projeya avê ya Efraz IV de, hemû di planan de mane. Lê ji ber zehmetiyên darayî îsal çêkirina çend hewz nehatine kirin.

Planên stratejîk yên ji bo kêmkirina metirsiyên lehiyan û projeyên dabînkirina avê, hemû di planê de mene, lê ji ber qeyrana darayî, cibicîkirina çend projeyên nû yên ava nehatine cibicîkirin.

Parve bike: