Cîhan
Xwedanên fabrika agir pêket ragihandin
PeyamaKurd- Li bajarê Îstenbolê li navçeya Tuzlayê agir bi fabrîkeyekî polyesterê ket. Ji xwedanên fabrîkê beyanek nivîskî hat belavkirin û tê de gotin ku agir bi seha derveyê beşa hilberînê ketiye û seyra agir ya derveyê fabrîkayê tê şopandin. Beyana xwedanên fabrîkê weha ye:
“Agir di beşa derveyê fabrîkê de derketiye û ketiye beşa rex ya seha bazirganiyê. Xebatkarên me hemû tevî kesên din bi awayeka bilez bê ku zerar bigihê wan ji fabrîkê hatine dûrkirin. Îtfaiye bo agir vemirîne xebatên xwe dewam dike. Em bi xengînî hîn bûn ku 2 karmendên îtfaiyê birîndar bûne. Em birîndaran ji nêz de dişopînin bê halê wan çawaye. Em pêvajoyê ji nêz de dişopînin.”