TR KU SO
FB X
Cîhan

Xwepêsandêner li Lîbyayê agir berdan meclisa nûneran

Admin M
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2022 04:23

PeyamaKurd – Li Lîbyayê li bajarê Tobrûkê çalakvan avêtin ser meclisa nûneran û agir berdanê. Li gor ragihandina televizyona Lîbyayê ya bi navê February; grûbekî çalakvan avêt ser meclisê û çapemeniya cîh meclisê nîşan dan ku dûman jê dikişiya.

Berê grûbekî xwepêşandêr ya bi navê ‘Şoreşa Ciwanan’ bang li xelkê kiribûn ku di 1 ê temmûzê de li temamê bajarên Lîbyayê bikevin nav tevgerê. Ciwan dixwazin ku dezgeyên meclis û darazê ji holê rakin û ji nûh de hilbijartinan bikin.

Parve bike: