TR KU SO
FB X
Cîhan

YA dixwaze ji Nîjeryayê bêhtir xaz bikire

Admin M
Nivîskar
📅 23 tîrmeh 2022 22:22

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê heya niha ji Nîjeryayê %14 xaza xwe dikirî lê niha dixwaze miqdarê kirîna xazê zêdetir bike. Niha di destê YA de alternatîvekî jî Nîjeryaye. Cîgirê rêvebirê giştî yê beşa enerjiyê yê Komîsyona Awrûpayê Matthew Baldwin bi vê sedemê seredana Nîjeryayê kir.

Baldwin, li Nîjeryayê bi wezîrê petrolê Timipre Sylva û wezîrê darayî Zainab Ahmed û hinek rêvebirên din re hevdîtinan kir. Baldwin got ku li Nîjeryayê % 60 ê xaza wê ê diçe welatên Awrûpayê û weha got:

“Îşxala Rûsya ya Ûkraynayê bazara me ya xazê kir nav bê îstîqrariyê û tehdîd heye ku Rûsya temamê xazê bibire.”

Nîjerya, niha xwediyê 37 mîlyar varêl petrolêye ku di bin erdê de ye û ev jî dike % 3.1 ê petrola dinyayê. Nîjerya bi hesêb hilberînê di nav 15 welatên ewil yên dinyayê de ye, ji aliyê serweta petrolê de di rêza 8 em de û ji aliyê îxracatê de di rêza 6 em de ye.

Nîjerya li herêma Rivers û Deltayê rojane 1.5 mîlyon varêl petrolê derdixe lê bi sedema sabotajên grûbên çekdar û şer û pevçûnên wan, nikare 500 hezar varêlên petrolê bikarbîne.

Parve bike: