YA yê wexta dorpêçên ser Rûsyayê dirêj kir
PeyamaKurd – Yakîtiya Awrûpayê bi sedema Ûkraynayê bêîstîqrar dike, dorpêçên ku danîbû ser Rûsyayê 6 meh dirêj kir. Serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê Charles Michel piştî zîrweya lîderên YA yê di ser hesabê xwe yê medya civakî de biryarê ragihand. Michel ragihand ku divê Rûsya peymana Minskê bicîhbîne û divê YA yê li hemberê Rûsyayê li ser bingeha qaîdeyan, lihev û stretejiyeka baş bimeşîne û weha dewam kir:
“Me biryara dorpêçên ser Rûsyayê dirêj kir. Wê heya 31.01.2022 an dewam bike.”
YA yê cara yekem biryara dorpêçên aborî, di sala 2014 an de dabû. Li gor biryarê; welatên YA yê nikarin sîlihan bifroşin Rûsyayê, nikarin alavên teknolojîk yên di sektorên petrol û xazê de bikartînin bifroşin û bankayên Rûsyayê yên dewletê di derveyê sektora fînansê ya YA de dimînin.