TR KU SO
FB X
Cîhan

Yasaya Çarçoveyê pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyê tê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 19:02

PeyamaKurd - Koma AK Partiyê reşnivîsa yasaya çarçoveyê ji bo îmzeya parlamenterên xwe vekir û biryar e ku heta sibe 4ê Tebaxa 2026an saet di 17:00an de hemû parlamenterên AK Partiyê wê îmze bikin.

Serokê Fraksiyona AK Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Ebdullah Guler ragihand ku ew “Yasaya Çarçoveyê” ya ji bo pêvajoya çareseriyê hatiye amadekirin, piştî îmzeyan pêşkêşî partiyên opozîsyonê dikin.

Hat ragihandin ku piştî temambûna vê gera agahdarkirinê, reşnivîsa fermî dê radestî Serokatiya Parlamentoyê bê kirin.

Parlamentoya Tirkiyeyê amadekariyan dike ku ji bo avakirina hevdengiyeke niştimanî û destpêkirina pêngavên qanûnî yên pêvajoya çekdanîna PKKê nîqaşên berfireh bike.

Tê çaverêkirin ku di nav çend rojan de ew yasa li parlamentoyê were pejirandin û bikeve meriyetê.

Parve bike: