TR KU SO
FB X
Cîhan

YE amadekariya dorpêça li ser petrola Rûsyayê dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 15 nîsan 2022 19:03

PeyamaKurd-Yekîtiya Ewropayê dest bi amadekariyan kiriye ku dorpêçê deyne ser petrola Rûsyayê. Hat zanîn ku ji bo Rûsya were sizakirin, amadekariya dorpêça herî mezin tê kirin.

Ji bo ku dorpêçên dorfreh li ser petrola Rûsyayê bên danîn, demeke dirêj bû ku di qada navdewletî de nîqaş û guftûgo dihatin kirin. Rayedaran dazanîn ku ji bo Almanya û welatên din vebijêrkên berdest tekûz bikin, hewcedarî bi demê hebû û niha ji bo qedexeya qonax bi qonax, lihevkirin çêbûye.

Hat zanîn ku ji bo dorpêça petrolê û zêdebûna buhayê gazê bandoreke neyînî li ser Hilbijartinên Fransayê nekin, dê heta 24ê Nîsanê, gera duyem a Hilbijartinên Fransayê, muzakere neyên kirin.

Parve bike: