YE dorpêçên nû li ser Rûsyayê ferz dike: Siyasetmedar, olîgark û banke hene
PeyamaKurd – Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) bi sedema êrîşa dagirkirina Ûkrayna ya Rûsyayê pakêteke nû ya ferzkirina dorpêçan amade kir.
Li gorî ragihandina ajansa Reutersê, wê nûnerên welatên Yekîtiye Ewropayê îro Sêşemê li ser sepandina dorpêçên nû bi ser Rûsyayê de bicivin û biryarê li ser bidin.
Hatiye diyarkirin ku di nav dorpêçên nû de; hejmarek siyasetmedarên rûsî, hin olîgarkên Rûs û derxistina 3 bankeyên din ji sîstema SWIFTê hene.
Herwiha li gorî çavkaniyan, di pakêta dorpêçan biryar wê bê dayîn ku ji bo bi rêya pereyên krîpto ji aliyê Rûsyayê ve dorpêç neyên binpêkirin, rêziknameyek jî tê amadekirin.
YEyê di destpêka êrîşa Rûsyayê ya 24ê Sibatê de jî di sektorên cuda de dorpêç bi ser Rûsyayê sepandibûn ku 7 bankeyên Rûsî jî ji sîstema veguhestina diravî ya navdewletî SWIFTê hatibûn derxistin.