TR KU SO
FB X
Cîhan

YE û ASEANê, peymaneke cîhanî destnîsan kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 cotmeh 2022 20:30

PeyamaKurd- Rayedarên Yekîtiya Ewropayê û Yekîtiya Neteweyên Başûr-rojhilatê Asyayê (ASEAN), ji bo zêdekirina rêwîtiya asîmanê zêde bibe, “Peymana Blokên Yekemîn ên Hewavaniyê yên Cîhanê” destnîşan kir.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê YEyê ve li  ser peymanê hatin ragihandin, piştî destpêkirina hevdîtinên navbera aliyan a 6 meh berê de wan ligel ASEANê peymana dorfirehkirina firînan destnîşan kiriye.

Hat diyarkirin ku peymana bi navê ASEAN-EU CATA ku îro li bajarê Baliyê yê Endonezyayê hatiye destnîşankirin, dê ji bo pêwendiya geşepêdana navbera YE û 37 welatên endamên ASEANê ya aborî bibe piştgirî.

 Li gorî naveroka peymanê, dê di navbera ASEAN û rêyên asîmanê yên YEyê de gelek seferên asîmanî bên kirin. Her wiha hat diyarkirin ku ji bo welatên sêyemîn dê heftane 14 seferên rêwiyan û gelek seferên kargoyê bên kirin.

Parve bike: