TR KU SO
FB X
Cîhan

YE û Misirê peymaneke 7,4 milyar euroyî îmze kirin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 18 adar 2024 01:13

PeyamaKurd - Şanda serkirdeyên Yekîtiya Ewropayê (YE), di çarçoveya hewildanên rêgirtina li tevgerên koçberên deryasayî yên ji bakurê Afrîkayê ber bi peravên başûrê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve, ji bo bi Misirê re peymanek îmze bikin çûn Misirê.

Hate ragihandin ku şanda serkirdeyên YEyê ku ji Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen, Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo, Serokwezîrê Îtalya Giorgia Meloni û Serokwezîrê Yewnanîstan Kyriakos Mitsotakis pêk tê, li Qahîreyê bi Serokomarê Misrê Ebdulfetah el-Sîsî re peymaneke 7,4 milyar dolarî îmze kirine

Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen piştî hevdîtina bi Ebdulfetah el-Sîsî re  diyar kir ku serdana wan a Qahîreyê û îmzekirina peymanê, di hevkariya stratejîk a YE û Misrê de xaleke nû ya gring e.

Naveroka peymanê

Li gorî çapemeniya Îtalyayê, bi peymana 7,4 mîlyar euroyî armanc ew e ku pêşî li koçberiya ber bi Ewropayê ve bihê girtin û piştgiriya aborî ya Misrê bihê kirin.

Tê plankirin ku di qonaxa yekem de 1 milyar ewro bidin rêveberiya Qahîreyê û di nava 4 salan de rêjeya piştgiriya bi alîkarî û deynan wê pereyên ku li Misirê bê dayîn bigihêje 7,4 milyar euroyî.

Hate gotin ku armanca vê peymanê ew e ku ji ber şerê li Xezze û Sûdanê pêşî li xerabbûna aborî ya Misrê û zêdebûna pêla koçberan bihê girtin.

Ji bilî veberhênanên di sektora enerjiyê ya Misrê de, ji bo bihêzkirina sînorê Lîbyayê jî piştgirî tê pêşbînîkirin.

Serokwezîr Îtalyayê Melonî, duh beriya ku biçe Misrê, di daxuyaniya xwe ya li Romayê de gotibû, ew ê bi rêveberiya Qahîreyê re mîna peymana ku beriya niha bi Tûnisê re kiribûn, peymaneke lihevkirinê îmze bikin.

Bi însiyatîfa Îtalyayê, YEyê di Tîrmeha sala borî de bi Tûnisê re peymanek çêkiribû û piştî vê peymanê hejmara keştiyên koçberan ên ku ji Tûnisê diçûn welatên Ewropayê, bi aweyekî aşkere kêm bûbûn.

Parve bike: