Yek ji damezrînerên El Nûsra Qehtanî hat kustin!
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Ebû Mariya Qehtanî yek ji pêşengên rêxistina Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) di êrîşa bombeyî de hat kuştin.
Di daxuyaniya ku doh ji aliyê organa medyayî ya HTŞê Amcedê ve hat dayîn de hat ragihandin ku Qehtanî yê Iraqî di encama êrîşa bombeyî ya çekdarên DAIŞê de jiyana xwe ji dest daye.
Çavdêrîya Sûrî ya ji bo Mafên Mirovan (SOHR) ku bingeh li Brîtanya ye jî ragihand ku Qehtanî di êrîşa xwekujekî de hat kuştin û 2 kesên ligel wî jî bi giranî birîndar bûn.
Di daxuyaniya SOHRê de nasnameya êrîşkarê xwekuj nehat parvekirin, hat diyarkirin ku bûyer li bajarokê Sarmada yê girêdayî sînorê Tirkiyeyê yê Idlibê pêk hatiye.
DAIŞ û rêxistineke din heta niha berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Fransî AFP, Qehtanî ku navê wî yê rastî Maysa Elî Mûsa Abdullah Cuburî ye, di nav damezrînerên Eniya El Nûsra de bû ku ji aliyê çekdarên ji rêxistina El Qaîdeyê veqetiyane hatiye avakirin.
El Nûsra ji sala 2017an ve di bin navê HTŞê de xebatên xwe dimeşîne
El Nûsra ku di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de li dijî rêveberiya Beşar Esad şer kir, di sala 2017an de bi beşdariya rêxistinên cuda di bin navê HTŞê de dest bi operasyonê kir. Ji bilî nîvê Idlibê, Hama, Heleb û beşek ji Laziqiyê di bin kontrola HTŞê de ne.
Qehtanî, endamê Encûmena Şûra ya HTS ku di sala 2012an de ketibû lîsteya cezayên Amerîkayê, di navbera salên 2003 û 2011an de di şerê Iraqê de li dijî artêşa Amerîkayê şer kir.
Li aliyê din rêveberiya HTŞê di meha Tebaxê de Qehtanî ku tê texmînkirin 47 salî ye, bi hinceta ku têkiliya wî bi rêxistinên hevrik re heye, xistiye girtîgehê. Çekdar pişt re di 7ê Adarê de piştî ku bê sûc hat dîtin serbest hat berdan. SOHRê ragihand ku êrîş piştî ku Qahtanî hat berdan demek kin pêk hat.