Cîhan
Yekîtiya Awrûpa bi milyonan kes kiriye hemwelatî
PeyamaKurd-Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku di sala 2016an de mafê hemwelatîbûnê daye 1 mîlyon kesî. Piraniya hemwelatiyan jî ji Almanya hatiye sitendin.
Eurostat (Ofîsa Îstatîstîkê ya Awrûpayê) rêjeyên salên dawiyê weşand û di rêjeyan de ragihand ku di sala 2016an de yên bûne hemwelatî 995 hezar kesin. Di sala 2015an de ev reqem 841 hezar û di sala 2014an de 889 hezar e.
Herî zêde hemwelatîbûn dane Fasê ku jimara wan 101.300 e. Arnavûtlûk 67.500, Hindistan 41.700 û Pakistan 32.900 kesin. %89 ê Fasî ji Îspanya, Îtalya û Fransayê hemwelatiyê sitendine. Arnavût ji %97 ê wan ji Îtalya û Yûnanistanê, Hindî ji % 60 ê wan û Pakistanî ji %50 ye wan ji Brîtanyayê hemwelatîbûna xwe sitendine.