Cîhan
Yekîtiya Ewropa bang li Rûsyayê dike biryara xwe pasde bikisîne
PeyamaKurd – Berpirsê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, li ser hilawistina peymana korîdora veguhestina zadê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve peyamek belav kir.
Borell di peyama ku li ser medya civakî belav kiriye de, da zanîn ku hilawistina korîdora zad xeteriya li ser krîza zad û xurakê zêde dike û got, “YE bang li Rûsyayê dike vê biryara xwe paşde bikişîne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 29ê Cotmehê Wezareta Berevaniya Rûsyayê dabû xuyakirin ku Ukraynayê bajarê Sîvastopol ê Kirimê êrîşî keştiyên rûsî kiriye û piştre jî Kremlînê, peymana korîdora veguhestina zad a bi rêya Derya Reş ku 22yê Tîrmehê li Tirkiyê hatibû îmzekirin, dabû cemidandin.