TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Ewropa ji bo Bûçayê dorpêçên nû li ser Rûsyayê disepîne

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 nîsan 2022 17:38

PeyamaKurd-Yekîtiya Ewropa li ser dîmenên ‘Qetlîamê’ di nav amadebaşiyê de ye ku dorpêçên nû li ser Rûsyayê bisepîne. Li gorî daxuyaniya YE: dê ev qetlîam bikevin nav lîsteya qirkirinan.

Nûnerê Ewlehî û Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser dîmenên li Bûça û bajarokên din ên Ukraynayê û da zanîn ku ev dîmen qetlîamê nîşan didin û dê ev qetlîam jî bikevin nav lîsteya qirkirinan a li ser axên Ewropayê.

Ukrayna Rûsyayê berpirsê qetlîama li Bûçayê dibîne lê Moskow îdiayên qetlîamê red dike.

Parve bike: