TR KU SO
FB X
Cîhan

Yekîtiya Ewropa mijara herî nakok a G20an eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 10 îlon 2023 20:02

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) derbarê Lûtkeya G20an a li bajarê Delhiya Nû ya Hindistanê tê lidarxistin de, daxuyanî da û ragihand, heta kêliya dawî jî danezana lûtkeyê zelal nebûye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, mijara herî nakok ku nîqaş li ser hatiye kirin Ukrayna bû û hat gotin, welatên G20an li ser yekparçebûna axa Ukrayna û parastina serweriya wê hevnêrîn in.

Herwiha hate bibîrxistin ku Rûsya ji G20an hatiye îzolekirin û Rûsya li ser mijara betalkirina Peymana Korîdora Zadê Ûkraynayê bi tundî hate tawanbarkirin.

Parve bike: