Cîhan
Yewnanistanê biryareke din li dijî Tirkiyê girt
PeyamaKurd - Daîreya Îlticayê ya Yewnanistanê ji daxwaza îlticayê ya eskerekî Tirkiyê ku hikûmeta AKPê wî bi derbekariyê sûcdar dike qebûl kir.
Li gor agahiyên hatin sitandin, komisyona girêdayî Daîreya Îlticayê, daxwaza îlticayê ya eskerekî din yê ku reviyabû Yewnanistanê qebûl kir.
Hê navê eskerê fîrarî nehat eşkerekirin, îhtimal ew e ku ew esker ji qereqola polêsan a ku lê binçavkirî ye were berdan.
Daraza Şêwirê ya Yewnanistanê berê jî daxwaza îltcayê ya Suleyman Ozkaynakçî ku ew jî bi derbekariyê dihat sûcdarkirin qebûl kiribû û biryar dabû ku bi şertê kontrola edlî were berdan.