TR KU SO
FB X
Cîhan

YEyê, biryara Rusyayê sermezar kir

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2023 20:00

PeyamaKurd- Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, di derbarê biryara Rusyayê  de ku îro Peymana Korîdora Genim betal kir, daxuyaniyek da û ev biryar bi tundî şermezar kir.

Ursula von der Leyen, li ser biryara ku îro ji aliyê Kremlînê ve hatibû ragihandin, daxuyaniyeke nivîskî da û got,

"Ez tevî hewildanên Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê, pêngava Rusyayê ya bidawîkirina Peymana Korîdora Genim a Deryaya Reş bi tundî şermezar dikim."

Leyen diyar kir ku ev biryar dê li cîhanê di warê xurekan de tengasiyê peyda bike û amaje kir ku dê hilberên xwarinê ji Ukraynayê bi rêya girêdanên rêyên bejahiyê yên ku berê ji aliyê YEyê ve hatibûn sazkirin ve werin veguheztin.

Parve bike: