YEyê hilbijartinên Tirkiyê rapor kir û got: Metirsiyên cidî hene
PeyamaKurd – Di rapora Yekîtiya Ewropa (YE) ya derbarê Tirkiyê de, ji bo biryarên Saziya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya dubarekirina hilbijartinên şaredariya Stenbolê û nedana mazbatayan bo hin navçeyên Kurdan bi hinceta KHKyan, bertek hat nîşandan.
YEyê di rapora xwe de got, “Ji bo yasayîbûna proseya hilbijartinê û yekxistina hilbijartinê metirsiyên me yên cidî hene.”
Di raporê de YEyê bal kişand ser betalkirina hilbijartina şaredariya bajarê mezin a Stenbolê û dayîna mazbatayên şaredariyan li herêma Kurdan bo kesên bûne duyemîn hat rexnekirin û hat gotin, “Vê yekê ji ber fişara siyasî ya li ser YSKê ku bêalîbûna wan ketiye şikê metirsiyên cidî ji me de çêkirine.”
YEyê herwiha di rapora xwe de bibîrxist ku hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an ên giştî û serokomariyê jî bi kampanyayên adil encam nedane û di 31ê Adarê de jî proseyeke wekhev û adil di navbera namzetan de çênebûye.
Di raporê de fişarên li ser medyayê jî hatin bibîrxistin û hat gotin, “Di herdu hilbijartinan de jî bi taybet ji bo namzetên opozîsyonê, gelekî zehmetî li pêşiya xwegihandina wan a medyayê hebû.”