TR KU SO
FB X
Cîhan

YEyê ji ber Covid-19ê mehekê çûnûhatina welatên din qedexe kir

📅 18 adar 2020 17:12

PeyamaKurd - Serokên Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) bi yekdengî qebûl kirin û gotin ji bilî welatiyên dewletên Yekîtiya Ewropayê û yên li derveyî herêma Schengenê heta mehekê nikaribin serdana welatên wan bikin.

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen got, “Bikaranîna wê di înîsiyatîfa welatên endam de ye. Welatên endam biryar dan û gotin ku ew ê yekser vî tiştî pêk bînin”.

Serokwezîrê Almanyayê Angela Merkel, duh bi şev daxuyaniyek weşand û got Komisyona Serokên Ewropayê pêşniyara qedexeyê ya derbasbûna ji bilî “istisnayên gelekî bi sînordar” qebûl kirin.

Parve bike: