"Yilmaz Guney heta roja dawîn jî li dijî PKKê bû"
PeyamaKurd – Jina aktor û derhênerê Kurd Yilmaz Guney, Fatoş Guney diyar kir ku mêrê wê ji roja damezirandina PKKê û heta dawiya emrê xwe dijberê vê rêxistinê bû.
Fatoş Guney ji rojnameya Sabahê re axivî û tiştên der heqê Yilmaz Guney de heta niha nehatine zanîn eşkere kirin.
Fatoş Guney li ser derhênerê Kurd wiha agahî dan: “Yilmaz, daîmî rastiyên Tirkiyê girte ber çav. Li Cîhangîrê di koşka xwe rûniştî senaryo nedinivîsand. Li Edeneyê di nav xizaniyê de hatibû dinê. Ji ber ku ji nav êş û eleman hatibû pirsgirêkên millet baş dizanî."
Guneyê bal kişand ser têkoşîna çekdarî ya PKKê û wiha got: “Yilmaz têkoşîna bi çekê ne dipejirand, sedema ku ji tu kesî re sûdê bi xwe re nayine. Ji ber vê yekê dijî PKKê jî bû. Yilmaz ev yek di axaftina xwe ya dawîn de jî gotibû. Ew ji roja damezirandina PKKê û heta roja dawiya emrê xwe dijî PKKê bû. Ji ber ew di wê baweriyê de bû ku zirara herî mezin wê gel jê bibînin. Yilmaz mafdar bû wisa jî derket.”