TR KU SO
FB X
Cîhan

YPGê êrîsên li Efrînê girtine ser xwe!

Admin V
Nivîskar
📅 27 tebax 2018 14:35

PeyamaKurd- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Efrînê li navçeyên Mabata û Bilbilê; êrîşên li dijî rêxistina El Şam û Feylak Şamê girtine ser xwe.

Di 19ê Tebaxê de li ser rêya Mabatayê çekdarekî El Şamê yê bi navê Muhammed Erduan hatibû kuştin.

Di 24ê Tebaxê de jî li navçeya Bilbilê endamekî rêxistina Feylak Şamê yê bi navê Halîd Kadîr hatibû kuştin.

YPGê di derbarê van bûyeran de daxuyaniyeke nivîskî da û ev her du êrîş girtine ser xwe.

Parve bike: