Cîhan
YPGê îdîayên Tirkan derewîn derxistin!
PeyamaKurd - Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku li çapemeniya Tirkiyê tê îdiakirin ku 9 şervanên YPG û YPJ ji aliyê îstixbarata Tirkiyê (MIT) ve li Efrînê hatine girtin û diyar kir: “Ev nûçe bi temamî derew û bê bingeh e.”
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red kiriye ku hêzên artêşa Tirkiyê 9 şervanên wan li Efrînê dîl girtibin.
Di bersiva xwe de, li ser nûçeya derbarê girtina 9 şervanan de ku di medyaya Tirkiyê de hatiye belavkirin, YPG dibêje ku ew nûçeyên ku behsa girtina 9 şervanên YPGê li Efrînê dikin, ji rastiyê dûr in û armanca Tirkiyê, ji belavkirina van nûçeyan heye.
Medya Tirkiyê ragihandibû ku li Efrînê 9 şervanên YPGê ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyê ve dîl hatine girtin.