YPJ tevlî Wezareta Navxwe ya Sûriyê dibe
PeyamaKurd - Nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Şamê Ebdulkerîm Omer ragihand ku Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) pêşniyara hikûmeta Sûriyeyê ya ji bo tevlîbûna di nav Wezareta Navxweyî de qebûl kiriye.
Omer diyar kir ku YPJ ê wekî hêzeke dije-terorê û wekî yekîneyeke giştî beşdarî vê saziyê bibe.
Hat zanîn ku beriya vê biryarê, YPJ’ê xwestibû tevlî Wezareta Parastinê bibe, lê berpirsên Şamê ji ber ku di wê wezaretê de leşkeriya jinan tune ye ev daxwayazî red kiribûn.
Ev gav di çarçoveya bicihanîna peymana 29ê Çileyî de tê avêtin ku bi navbeynkariya DYA, Fransa û Herêma Kurdistanê ji bo yekxistina saziyên leşkerî, ewlehî û sivîl hatibû îmzekirin.
Omer destnîşan kir ku nêzîk e hevdîtineke girîng di navbera Fermandarê Giştî ê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û Serokê Dema Veguhêz ê Sûriyeyê Ehmed Şera de pêk werê.
Wî bal kişand ser serdana dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bo Şamê û got ku rola wî ya dîplomatîk dikare astengiyên li pêşiya peymanê rake û yektiya Kurdan xurt bike.
Di heman demê de, Ebdulkerîm Omer tekez kir ku çareserkirina pirsê tenê bi tevlîkirina hêzên leşkerî nabe û divê mafên Kurdan di destûr û peymanên siyasî de fermî bibin da ku hebûna wan di nava Sûriyeyeke yekgirtî de were garantîkirin.