TR KU SO
FB X
Cîhan

YSK, îro biryara li ser nerazîbûnên namzediya Erdogan dide!

Ruken güler
Nivîskar
📅 30 adar 2023 19:30

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Saziya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK ), dê îro derbarê dijderketina li ser namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Komarê ya Erdogan de biryarê bide.

Li gorî salnameya hilbijartinê, YSK dê di nav du rojan de li ser mijarên girîng biryarê bide û dê dijderketina namzedên serokomariyê ku yek ji mijarên bên nirxandin e, binirxîne.

Li gorî hat ragihandin, YSK sibe dewreya propagandaya hilbijartina serokomariyê dide destpêkirin.

Çar partî li dij derketin

ÎYÎ Partî, Partiya DEVAyê, Partiya Demokrat û Partiya Memleket, li dijî namzediya Serokomariyê ya Erdogan derketin. Partiyên ku daxwaznameyên xwe pêşkêşî YSKê kirin, îdia kirin ku namzetiya Erdogan li dijî destûra bingehîn e û diyar kirin ku sedem jî ew e ku Erdogan 2 serdeman serokomarî kiriye.

Di daxwaznameyan de hat gotin ku "Birêz Recep Tayip Erdogan ê ku di lîsteya namzetên demkî ya ku di 28ê Adara 2023yan da di Rojnameya Fermî da hat weşandin de ji lîsteya namzedên serokomariya demkî bê derxistin."

Parve bike: