TR KU SO
FB X
Cîhan

YSK sertên dubarekirina hiljirtina Îstenbolê askera kir

Admin M
Nivîskar
📅 11 gulan 2019 01:03

PeyamaKurd- Piştî hilbijartina bajarê Îstenbola Tirkiyê hat betalkirin, Rêvebiriya Hilbijartinan ya Bilind (YSK) aşkera kir ku hemû partiyên ketine hilbijartina 31 ê adara 2019an dê bikarin bikevin hilbijartina 23 yê hezîrana 2019an. Yên ku serokatiya sindoqan bikin û wezîfedarên dewletê yên ser sindoqan bin divê memûrên dewletê bin.

Hilbijartin di 23 yê hezîrana 2019an de, roja yekşemê dê bêkirin.

Partiyên siyasî berê kî namzed danîbe dê her ew bin lê ger mirin an îstîfa kiribin dê şûna wan bê dagirtin.

Namzedên ku berê serbixwe tevli hilbijartinan bûbin, wê karibin car din tevlî hilbijartinan bibin lê yên nû, dê nikaribin bibin namzed.

Pûsûlayên dengan dê weka yên hilbijartina 31 ê adarê bin.

Lîsteyên wezîfedaran dê bo hemû partiyan bên dayîn.

Her sindoqa ku navê hilbijêran weka berê di 31 ê adarê de navên wan hebûn, tenha dê ew karibin deng bidin.

Her partî dê şahidên xwe karibe bide ser sindoqan û ger bixwazin dê karibin şahidên xwe biguhêrin.

Her partî heya 23 yê adarê dê karibe bi her awayî propaganda partiya xwe bike û kesên namzed yên serbixwe jî xwediyê heman mafan in.

Parve bike: