TR KU SO
FB X
Cîhan

YSKê encamên fermî eskere kir: Hilbijêr 28ê Gulanê ji bo gera duyem car din diçin ser sindoqan

Admin H
Nivîskar
📅 15 gulan 2023 20:20

PeyamaKurd - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê (YSK) Ahmet Yener, îro 15ê Gulanê encamên hilbijartinên serokomarîyê yên doh Yekşemê hatin kirin, eşkere kir.

Ahmet Yener ragihand, hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê maye gera duyem û proseya dengdanê 28ê Gulanê roja Yekşemê birêve diçe.

Yener da xuyakirin ku ji sedî 100ê sindoqên seranserê welêt hatine vekirin û li nav Tirkiyeyê beşdarî %88,92, li derveyî welat jî %52,69 bûye.

Serokê YSKê encamên demkî yên fermî yên hilbijartinên serokomariyê wiha eşkere kir:

Recep Tayyip Erdogan: %49,51

Kemal Kiliçdaroglu: %44,88

Sinan Ogan: %5,17

Muharrem İnce: %0,44

Parve bike: