TR KU SO
FB X
Cîhan

Yûnanistan: Amerîkayê fêm kir ku Tirkiye hevpeyamaneke xerîb e!

Admin H
Nivîskar
📅 18 gulan 2022 22:34

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias, piştî hevdîtina ligel hemkarê wî yê Amerîkayê Anthony Blinken li Washingtonê di civîna hevbeş a rojnamevanî de axivî.

Nikos Dendias, bal kişand ser ku hevdîtina Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis û Serokê Amerîka Joe Biden, berhemdar derbas bûye û dê pêwendiyên dualî werin bihêzkirin.

Herwiha Dendias gotara Miçotakis a li Kongreya Amerîkayê wekî axaftineke dîrokî û serkeftî nirxand û diyar kir, Yûnanistan hevpeymaneke dilsoz a Amerîkayê ye.

Li ser mijara pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê jî Dendias bal kişand ser ku Tirkiye li giravên Yûnan provokasyonan dike û got, “Amerîkayê jî fêm kiriye ku Tirkiyeya bê teredud binpêkirinan dike hevpeymaneke xerîb e.”

Parve bike: