Yûnanistan biryarê da ku kampa Lavronê bigre
PeyamaKurd – Piştî erdheja li Maraşê, Yûnanistanê tîmên xwe yên alîkariyê şandibûn herêma erdhejê û bi hukumeta Tirkiyê re diyalog danîbû. Piştî erdhejê hinek têkiliyên navbera wan nerm bûn, niha jî hukumeta Yûnanistanê biryarê da ku kampa Lavrionê bigre. Kampa Lavrionê di çavê Tirkiyê de weka kamp an baregeha PKK ê dihat navandin. Di vê heftê de wezîrê bergiriyê yê Yûnanistanê Nikos Panayotopulos bi sedema erdhejê seredana Tirkiyê kiribû bû û seerdanê ji bo têkiliyan weka derfetekî pêşdebirina têkiliyan qebûl kiribû.
Demekî dirêje ku kampa navborî di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de dibe sedema arîşeyan û niha girtina kampê ji bo Tirkiyê biryareka başe û divê jê razî be. Hat ragihandin ku Yûnanistan biryara girtina kampa Lavrionê berya erdheja Maraşê daye.