TR KU SO
FB X
Cîhan

Yûnanistan li 73 deveran bi şewatên daristanan re têdikoşe

Admin M
Nivîskar
📅 01 tebax 2026 15:43

PeyamaKurd – Li Yûnanistanê germa zêde û bayê xwurt dibe sedema belavbûna şewatan. Di 24 seetên dawiyê de, bi destpêkirina 51 şewatên li deverên cuda, jimara şewatên dewam dikin gihaye 73an. Li girava Giritê û Parosê, zêdetirê 5 hezar û 700 hektar şewitî.

Li gor ragihandina rojnama Kathimerini; rayedarê îtfaiyê Vassilis Vathrakogiannis, ji çapemeniyê re ragihandiye ku di nav 24 seetan de 51 şewat destpêkirine û niha bi temamî bi 73 şewatan re têdikoşin.

Rayederê îtfaiyê ragihandiye ku piraniya şewatê li herêma Atinayê û Viotiayê belav bûye.

Parve bike: