TR KU SO
FB X
Cîhan

Yûnanistan sînorê ligel Tirkiyê bi têlan dipêçe

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2020 19:17

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yûnanistan piştî rageşî û aloziya Rojhilatê Derya Spî û şandina penaberan ji aliyê Tirkiyê ve, hevsînorê bakurê rojhilat ê ligel Tirkiyê bi dirêjiya 27 kîlometran bi têlan dipêçe.

Rayedarên rêveberiya paytexta Yûnanistan Atînayê dane xuyakirin ku proje piştî vekirina deriyan bo penaberan ji aliyê Tirkiyê ve hatiye amadekirin û mebest rêgirtina dabezîna sînoran e.

Hat diyarkirin ku budçeya pêçandina bi têlan a sînor 62,9 milyon euro ye û 4 kompanî di çêkirina wê de cî digirin.

Herwiha hatiye ragihandin ku wê li ser wî sînorê navborî 4 xalên çavdêriyê yên artêşa Yûnan jî bên danîn.

Parve bike: