TR KU SO
FB X
Cîhan

Yunanistan: Tirkiye siyaseta binpêkirinê bidomîne wê YE sizayan bisepîne

Admin H
Nivîskar
📅 04 îlon 2020 00:00

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, gefa destwerdana leşkerî li Yunanistanê xwaribû û gotibû, ew li Rojhilatê Derya Spî bipaşde gav navêjin.

Berdevkê hikumeta Yunanistanê bersiv da Tirkiyê û ragihand, ne mimkun e li demeke ku gef û hewildanên santajkirinê yên Tirkiye hebin, dîyalog bê kirin.

Berdevkê hikumeta Yunanistanê got: "Tirkiyê dibe sedema pirsgirêkên herêmê û li rojhilatê Deryaya Spî hokareke nerihetiyê ye" û bibîr xist ku Yekîtiya Ewropa (YE) wê sizayan li ser Tirkiyê ferz bike heke ew dest ji siyaseta xwe ya binpêkirinê bernede.

Parve bike: