TR KU SO
FB X
Cîhan

Yûnanistanê gefa F-35an li Tirkiyê xwar: Pentagonê bersiv da

Admin H
Nivîskar
📅 24 tîrmeh 2024 22:16

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Yûnanistanê Adonis Georgiadis, di hevpeyvîneke televizyonê de, bal kişand ser balafirên şer ên F-35 ku Amerîkayê ji bo wan dabîn kiriye û diyar kir, vê yekê Tirkiye xistiye rewşeke zehmet.

Georgiadis herwiha gotiye, Yûnanistanê bi balafirên F-35 ên Amerîkî û tifaqa leşkerî ya bi Fransayê hêza xwe ya asmanî xurt kiriye û di nav 5 salan de Tirkiye xistiye zorê.

Piştî van daxuyaniyan rayedarên Pentagonê jî ragihandin ku ‘Bila hevpeyman dûrî tundiyê bin” û diyar kirin, Tirkiye jî Yûnanistan jî hevpeymanên Amerîkayê ne û ew piştevaniyê didin çareserkirina pirsgirêkên wan bi rêya diyalogê.

Parve bike: