TR KU SO
FB X
Cîhan

Zarîf: "Em amade ne guhertinên zîndaniyan bikin"

Admin M
Nivîskar
📅 10 berfanbar 2019 03:59

PeyamaKurd-Wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf di ser hesabê xwe yê twitterê de ragihand ku Îran amade ye da zêdetir girtiyên zîndanan bi Amerîkayê re biguhêzin. Zarîf weha got:

“Piştî em rehîneyên xwe bînin malên wan, em amade ne ku firehtir guheztinan bi Amerîkayê re bikin. Di vê mijarê de top li seha Amerîkayê ye.”

Salekî zêde ye ku alimê Îranî Prof.Mesûd Suleymanî li Amerîkayê bi sedema îhlala dorpêçan girtîbû lê di 7 ê mehê de hat berdan. Îran jî li hemberê Suleymanî Xiyue Wang serbest berdabû ku 3 sale di zîndanên Îranê de bû û hemwelatiyê Amerîkayê ye.

Parve bike: