TR KU SO
FB X
Cîhan

Zavayê Trump, Jared Kushner di gera Rojhilata Navîn de ye

Admin H
Nivîskar
📅 29 gulan 2019 19:18

PeyamaKurd - Zavayê Trumh û Şêwirmendê Payebilind ê Qesra Spî Jared Kushner, bi şandekê serdana Rojhilata Navîn dike.

Hat ragihandin ku Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Amerîka Jason Greenblat û Nûnerê Taybet yê Îranê yê Amerîka Brian Hook jî bi Kushner re ne.

Şande ji Rabat ya paytexta Fasê dest bi gera xwe kir û dê di wir re derbazî Aman û Qudsê bibin.

Kushner û Greenblat di meha Sibatê de jî li ser piştgirîya aborî ya bo plana Rojhilata Navîn serdana welatên Kendavê kiribûn.

Parve bike: