TR KU SO
FB X
Cîhan

Zêdetirî 380 hezar kes hatin kustin û 6 milyon sivîl jî penaber bûn

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2020 00:02

PeyamaKurd – Li gorî amarên Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ji Adara 2011an heta meha Çileya 2020an di şerê navxweyî yê Sûriyê yê 9 salan de, zêdetirî 380 hezar kes hatine kuştin. Herwiha hejmarên çend mehên dawî jî lê nehatine zêdekirin.

Herwiha di şer de ji bilî çekdaran û aliyên şer 22 hezar zarok, zêdetirî 13 jin bi tevahî zêdetirî 115 hezar sivîlên bêguneh hatine kuştin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) heta meha Sibata 2020an penaberên Sûriyê yên terka welatê xwe kirine, hejmara wan 6 milyonan derbas kiriye û 5,5 milyon welatiyên Sûriyê jî koçberî bajarên din ên Sûriyê bûne.

Li gorî amarên giştî li Tirkiyê 3,6 milyon penaberên Sûriyê, li Lubnanê 1,5 milyon kes, li Urdinê 1,3 milyon Suriyeyî û li Herêma Kurdistanê jî bêhtirî 300 hezar Kurdên Sûriyê penaber in.

Herwiha tê gotin ku zêdetirî 130 hezar penaberên Sûriyê jî çûne welatê Misrê.

Parve bike: