Zelanda Nû, tevkarî li alîkariya leskerên Ukraynayê kir
PeyamaKurd- Ji aliyê Serokwezîra Zelanda Nû ve hat ragihandin ku ew ê 120 leşkerên din jî ji bo tîma perwerdekariya leşkerên Ukraynayê dike, bişînin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern ve hat dayîn, 120 leşkerên din amade ne ku tevlî tîma leşkerên li İngiltereyê yên perwerdehiyê didin leşkerên Ukraynayê bibin.
Serokwezîrê ragihand ku ji bo xweparastina Ukraynayê xebatên ku tên meşandin, xebatên navneteweyî ne û ew ê wekî welêt ji bo alîkariya Ukraynayê xebatên xwe berdewam bikin.
Ardern da zanîn ku tiştê ku di serî de hewcedariya Ukraynayê pê heye, alîkariya perwerdekirina leşkeran e. Ardern bi berdewamî got, ew bi alîkariya ku ligel welatên din bi Ukraynayê re dikin, serbilind in.
Beriya niha, rêveberiya Zelanda Nû di 30ê Gulanê de ji bo perwerdekirinê 30 leşker şandibûn. Her wiha tê zanîn ku leşkerên İngiltere, Hollanda, Kanada û Zelanda Nû, bi deh hezaran leşkerên Ukraynayê perwerde dikin.