Zelenskiy: Divê 50 sal dorpêç bên sepandin!
PeyamaKurd- Li gorî pêşniyaza Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, tê pêşbînîkirin ku Ukrayna ji bo heyama 50 salan sizayên li ser Îranê bisepîne.
Volodimir Zelenskiy, pêşnûmeya biryarê ya sepandina dorpêçên 50 salan li dijî Îranê pêşkêşî Parlamentoya Ukraynayê kir.
Pêşnûmeya biryarê, li ser malpera Radaya Bilind a Parlamentoya Ukraynayê hat weşandin.
Di pêşnûmeya biryarnameyê de hat diyarkirin ku Zelenskiy biryara Konseya Ewlehî û Parastinê ya Neteweyî ya Ukraynayê ya di 27ê Gulana 2023yan de di derbarê "pêkanîna tedbîrên taybet ên aborî yên sektorî û yên din ên sînordar ên li dijî Îranê" de ji bo nirxandina Radaya Bilind pêşkêş kir.
Li gorî pêşnûmeyê, li gel ku tê pêşbînîkirin ku Ukrayna ji bo 50 salan cezayên li ser Îranê bisepîne, ev yek jî bi tevahî qedexekirina kar û barên bazirganî yên bi Îranê re rawestandina derbasbûna çavkaniyên Îranê, firîn û veguhestina Îranê di nav axa Ukraynayê dihundirîne.
Her wiha di wê pirojeqanûnê de dayîna teknolojiyê, mafê milkiyeta rewşenbîrî bo hemwelatiyên Îranê û sermayeguzariyên li vî welatî jî hatiye qedexekirin.