TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Divê em wendahiyan kêm bikin

Ruken güler
Nivîskar
📅 28 tebax 2023 18:30

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di derbarê şerê ku di navbera Rusya û Ukraynayê de berdewam dike de hin nirxandin kirin.

Volodimir Zelenskiy, di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de axivî û got ku "Em amade ne ji bo demeke dirêj şer bikin da ku em gelê xwe wenda nekin. Divê em wendahiyan kêm bikin. Wekî mînak Îsraîl; jiyana bi vî rengî pêkan e."

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rusyayê Îgor Konaşenkov jî ragihandibû ku Ukraynayê tenê di mehên hezîran û tîrmehê de zêdetirî 43 hezar leşker, 26 balafir û 25 tankên Leopard, nêzî 5 hezar parçeyên çekan wenda kirine.

Parve bike: