Zelenskiy: Em ê Kirimê car din bistînin!
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya daxuyaniyekê êrîşên Rusyayê yên li dijî axên Ukraynayê nirxand û bal kişand ser dagirkirina Kirimê ya 9 sal berê.
Volodimir Zelenskiy, ji ber rastlêhatina Roja Berxwedana li Dijî Dagirkeriya Rusyayê ya Kirimê, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek parve kir û wiha got:
“Beriya 9 salan, êrîşa Rusyayê bi Kirimê dest pê kir. Em ê bi vegerandina Kirimê aştiyê vegerînin. Ev der, axa me ye. Gelê me ye. Dîroka me ye. Em ê ala Ukraynayê li her quncikek Ukraynayê vegerînin."
Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiribû û heta niha bê navber berdewam dike. Gelek welatên Rojava jî di vê şerê de piştgiriya Ukraynayê dikin û heta niha ji bo dan û stendina aştiyeke mayînde di navbera herdu aliyan de guftûgoyên cidî nehatine kirin.