Zelenskiy ji bo hevdîtina bi Pûtîn re ‘çira kesk’ vêxist
PeyamaKurd - Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy di hevpeyvîneke xwe ya bi medya Almanî re ragihand ku eger vexwendineke fermî ji bo wan hebe, ew amade ye di Lûtkeya G20an a ku dê di meha Kanûnê de li bajarê Miami yê DYAyê bê lidarxistin de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn re rû bi rû bicive.
Zelenskiy li ser pirsa gelo ew dixwaze bi Pûtîn re biaxive an na, bi gotina "Erê, bê guman" bersiv da û anî ziman ku divê alî werin cem hev.
Zelenskiy got, "Divê em biaxivin û biryaran bistînin. Mesele ne gotin in, ne tiştê ku ez ê ji wî re bibêjim an ew ê ji min re bibêje ye. Ya girîng tenê encam e."
Serokê Ukraynayê her wiha bal kişand ser serdanên danûstankarên Amerîkî yên li Moskowê û Kiyêvê û da zanîn ku Ukrayna di warê dîplomasiyê de niha di nava kargêriyeke xurtir de ye. Berê jî Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov gotibû ku eger Zelenskiy bixwaze, ew dikare bê Moskowê.