TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy, li ser wendahiyên Rusyayê agahî dan

Ruken güler
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2022 21:00

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynanyê Volodimir Zelenskiy, di axaftina xwe ya banga neteweyî de li ser wendahiyên artêşa Rus a ji destpêka şer ve agahî dan. Li gorî ragihandina Zelenskiy, artêşa Rus, nêzîkî 65 hezar leşkerên Rus hatine kuştin.

Volodimir Zelenskiy, di axaftina xwe ya ku duh bişev kiribû de agahiyên berfireh ên ji destpêka şerê navbera Rusya û Ukraynayê ragihandin û got,

“Hejmara wendahiyên dijmin, digihîje 65 hezar leşkeran. Gelek welatiyên Rusyayê, ji bo çengek mirovên Kremlînê hegera ji nedîtî ve hatina rastiyê, bibînin canên xwe dan.

Ji bo ku em qabiliyeta dagirkeran a li ser axên Ukraynayê kêm bikin, em her tiştî dikin. Em bi awayekî berdewam depoyên lojîstîk û biryargehên terorîstan tune dikin.”

Serokê Dewleta Ukraynayê di dewama axaftina xwe de diyar kir ku Rusya gelek bajarên wan bi balafirên bêmirov dike hedefa xwe û got,

“Îro û duh, herêmên cuda yên welatê me, bûn hedefa êrîşên Rusan. Bi taybetî jî bi balafirên bêmirov ên Îranê êrîşan dikin. Hinek moşek û balafirên bêmirov hatin tunekirin lê ne hemû. Mixabin rûxandin û wendahiyên giyanî hene. Herêmên Donbas, Zaporijya, Mikolayivê, herêma Harkivê, herêma Sumy, herêma Kievê û herêma Dnipropetrovskê û hin herêmên din ên welatê me di bin êrîşan de ne.

Ji bo ku em qabiliyetên artêşa Rus bêbandor bikin, ji bo ku em zêdetir li moşek û balafirên dijmin bidin, em her tiştî dikin.”

Parve bike: