TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelenskiy: Pêdiviya me bi fuzeyên menzîldirêj heye!

Admin H
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2023 15:07

PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê Telegramê vîdyoyek belav kir û tê de rewşa dawî ya şer nirxand.

Zelenskiy got ku hêzên rûsî 28ê Çileyê danê sibehê bi fuzeyan êrîşî bajarê Konstanivka yê herê Donetskê kirine û di encamê de 3 sivîl hatine kuştin, 14 jî birîndar bûne.

Di berdewamê de Zelenskiy daye xuyakirin, ji bo rêgiriyê li êrîşên moşekî yên S-300an bikin, divê derfetên êrîşê yên artêşa rûsî bên astengkirin.

Herwiha Zelenskiy got: “Pêdiviya Ukraynayê bi taybetî bi fuzeyên menzîldirêj heye.”

Parve bike: