TR KU SO
FB X
Cîhan

Zelensky bang li Ewropayê kir: Dem ne dema bêalîbûnê ye!

Admin H
Nivîskar
📅 02 adar 2022 18:49

PeyamaKurd – Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky, îro 2yê Adarê di 7emîn roja êrîşa Rûsya ya dagirkirina Ûkraynayê de, peyameke vîdyoyî belav kir.

Zelensky got, “Di roja 6an de nêzî 6 hezar leşkerên rûsî hatine kuştin” û li ser êrîş û bombardimanên berdewam ku sivîl jî dibin hedef diyar kir, "Rûsya bi bombe, êrîş û moşekan nikare li Ûkraynayê bi ser bikeve.”

Herwiha Zelensky bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) jî kir ku êdî dem ne dema bêalîbûnê ye û xwest bilez bikevin tevgerê.

Li aliyê din ji doh ve artêşa Rûsya bi hemû hêza xwe êrîşa ser bajarên Ûkraynayê didomîne û dorpêça li ser paytext Kîevê jî teng bûye. Di demeke wiha de tê çaverêkirin îro 2yê Adarê civîna duyemîn a muzakereyan were kirin.

Parve bike: